Hat ragihandin Walîtîya Kastomonuyê di warê eraqa ku li derve tê vexwarin de gaveke erênî avêt. Li gorî qerara ku di 9ê Tebaxê de hatiye dayîn ew ê li derve destûr neyê dayîn ku bi şikleke eşkere eraq bê vexwarin.

Li gorî qerara ku hatiye dayîn ew ê destûr neyê dayîn ku li cihên vekirî yên mîna; park, baxçe, rêbej, cihên mexsûsî, cihên seyrangeh û geştê yên ku ji xelkê re vekirîne, otogar, qad, kolan, cî û warên dîrokî, îbadetxane, gorsitan, înşaat û hwd. eraq bê vexwarin.

Walîtîya Kastomonuyê bi qerarê amaje dike ku welatî neyên acizkirin, sûc neyên kirin û ewlehî û aramî bê tesîskirin.(ÎLKHA)