Emîme Bulut ji teref zilamê xwe yê ku berî vê 6 salan dev jê berda bû ve bi şikleke wehşîyane hat qetilkirin. Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve derbarê vê qetlîama ku hat kirin de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin, Qanûna bi hejmara 6284 û Peymana Stenbolê zirareke mezin da sazîya malbatê.

“Ew mewzûatên ku ne li gorî bingeha sosyolojîk a civakê ne û ji derve hatine îthalkirin û li ser malbatê tên ferzkirin jî sedemên van qetlîaman in”

Di berdewama daxuyanîya ku hat dayîn de hat destnîşankirin divê li sîlsîleya sebebên bûyeran bê dîqqetkirin û divê mesele di bergeheke civakî de bê nirxandin. Dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Şiddeta li hember jinan û cinayetên jinan ev bi salan e ku ji rojeva me nakeve. Mînake vê ya herî dawî li Kirikkaleyê pêk hat. Emîne Buluta ku berî niha ew û zilamê xwe dev ji hev berdabûn di nîqaşa ku ji ber welayeta qîza wan derket de ji teref zilamê xwe yê berê ve li ber çavên qîza xwe bi şikleke hovane hat qetilkirin.Di van salên dawî de cinayetên pîrekan zêde bûn. Sedemên sosyolojîk, psîkolojîk û aborî yên van cinayetan hene; lê belê digel vê yekê ew mewzûatên ku ne li gorî bingeha sosyolojîk a civakê ne û ji derve hatine îthalkirin û li ser malbatê tên ferzkirin jî sedemên van qetlîaman in.”

 “Hiqûqa heyî ji dêla ku yekîtîya malbatê muhafeze bike wê ji hev dixe û parçe dike”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin qanûna bi hejmara 6284 û Peymana Stenbolê zirareke mezin da sazîya malbatê û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Ew bêexlaqîya di nav civakê de, şert û mercên mezinbûna zarokan, gelek amûrên kûrewîbûnê, nirxên dînî û exlaqî nîşandayîna wek sedema probleman dibin sedem; ferdên ku li hember meseleyên herî biçûk bi xwe jî heq ûmafê jiyanê nade tu kesî mezin bibin û derkevin holê. Dîsa ev tişt yekîtîya malbatê li ser zemîna hiqûqî, adil û di çarçoveya şert û mercên însanî de ji dêla ku muhafeze bike berêwajî yekîtya malbatê ji hev dixin û parçe dikin. Bi gotineke din hiqûqa heyî ji dêla ku yekîtîya malbatê muhafeze bike wê ji hev dixe û parçe dike Sedema van tiştên ku pêk tên qanûna bi hejmara 6284 û Peymana Stenbolê ye.”

“Ew kesên ku di pratîkê de li ser navê astengkirina şiddetê civakeke bêzayend dixwazin; di nava rastîya civakî de ferdên malbatê diberdin hev”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ew kesên ku civakeke bêzayend dixwazin sazîya malbatê dixin hedefa xwe û dû re wiha li daxuyanîyê  hat zêdekirin “ Ew kesên ku di pratîkê de li ser navê astengkirina şiddetê civakeke bêzayend dixwazin; di nava rastîya civakî de ferdên malbatê diberdin hev û wan ji hev re dikin neyar ku haya wan bi xwe jî ji vê yekê tuneye.  Wek rojê di holê de ye; ji ber ku di meseleyeke biçûk de jî polês û dozger daxilî maremîyeta malbatê dibin û ji ber ku di meseleyek biçûk de jin û mêr dev ji hev berdidin, ji ber nafaka û welayeta zarokan di navbera jin û mêran de pevçûn derdikeve û aqûbeta zarokên wan jin û mêran meçhûl dimîne.”

“Piştî cinayetên ku tên kirin bes li encaman tê mêzekirin û ji bo çareserîyeke mayînde hewl nayê dayîn”

Di dawîya daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin, ji bo mesele bê çareserkirin çareserîyên mayînde nayên peydekirin û dû re wiha dawî li daxuyanîyê hat anîn: “Piştî cinayetan tên kirin bes li encaman tê mêzekirin û ji bo çareserîyeke mayînde hewl nayê dayîn.”