Hat ragihandin di xwepêşanên ku ji bo lûtkeya G7an a ku li bajaroka Bîarrtîza Fransayê hat tertîpkirin de 68 kes hatin binçavkirin.

Li Bîarrtîza rojavaya başûrê Fransayê lûtkeya G7an hat tertîpkirin. Çawa ku her sal ji bo vê lûtkeyê xwepêşan dihatin lidarxsitin bi heman awayî îsal jî xwepêşandêr xwe berdan kolanan û lûtkeya ku tê lidarxistin protesto kirin.

Polêsan bi xaz û avê mudaxeleyî xwepêşandêran kirin. Di encama mudaxeleya ku hat kirin de 68 kes hatin binçavkirin.

Ji ber ku Rûsya Kirimê îlhak kiribû bi biryara endamên G7an endamtîya Rûsyayê ya G7an hatibû sekinandin.(ÎLKHA)