Doh li başûrê Beyrûda paytexta Libnanê 2 balafirên bêînsan ên ku aîdî siyonîstên terorîst û  îşxalker in ketina xwarê.  Ji teref Hesen Nasrallahê Rêberê Hîzbullah ve  derbarê li başûrê Bêrûtê ketina 2 balafirên bê însan ên aîdî siyonîstên terorîst in de daxuyanîyek hat dayîn. Nasrallah di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir : “Em ê teqez bersivê bidin êrîşa siyonîstan.”

Nasrallah di berdewama axavtina xwe ya ku di televîzyonê de kir de destnîşan kir “Balafirên ku  ketine xwarê ji bo sûîqestan wezîfedar bûn.. Ew rewşa ku rû da geşedaneke pir xeternak e.  Em ê teqez bersivê bidin vê êrîşê.  Bila tu kes zen neke ku ew di ewlehîyê de ne. Em ê bes ne ji bakûr ji her derî bersiv bidin vê êrîşê. Dibe ku îro be û dibe ku piştî 2-3 rojan be.”(ÎLKHA)