Hat ragihandin bi hinceta ku xwendin û nivîsandinê nizanin, sîcîla wan a edlî bi problem e û şerta îqameta 6 mehan bi wan re tune ye derbarê 3 hezar muxtaran de lêpirsîn hat destpêkirin. Ji ber vê yekê dibe ku mazbataya 3 hezar muxtaran bê betalkirin.
Di hilbijartinên 31ê Adarê de ji bo zêdetirî 50 hezar muxtarî deng hat dayîn. Piştî hilbijartinan ji muxtarên ku hatin hilbijartin re îtîraz hat kirin.
Ji ber îtîraza ku hat kirin lêpirsîn hat destpêkirin. Di bergeha lêpirsîna ku hat destpêkirin; bi hinceta ku xwendin û nivîsandinê nizanin, sîcîla wan a edlî bi problem e û şerta îqameta 6 mehan bi wan re tune ye dibe ku mazbataya 3 hezar muxtaran bê betalkirin.(ÎLKHA)