Hat ragihandin ji ber barana ku zêde barîya li çend herêmên Hindistanê lehî rabû, di encama lehîyên ku rabûn de heta niha 350 kes mirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li 4 parêzgehên bi navê Kerala, Karnataka, Maharashtra û Gujarata Hindistanê ji ber barana ku zêde barîya lehî rabû. Di encama lehîyên ku rabûn de heta niha 350 kes mirin. Rayedaran destnîşan kirin li wan herêmên ku lê lehî rabûne heta niha 1.2 milyon kes hatine tahlîyekirin.(ÎLKHA)