Hat ragihandin li Karabaglar, Urla û Bornovaya Îzmîrê û li Bodrum û Mîlasa Muxlayê di herêmên daristanî de şewat derket.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Karabaglar, Urla û Bornovaya Îzmîrê û li Bodrum û Mîlasa Muxlayê di herêmên daristanî de şewat derket. Sedema derketina şewatê hêj nayê zanîn.

 Tê diyarkirin xebat bênavber tên domandin da ku agir bê tefandin.

Derbarê mijarê de ji teref Wezîrê Daristan û Çandinîyê Bekîr Pakdemîrlî ve daxuxyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belakvirin de Wezîr Pakdemîrlî destnîşan kir, mudaxele li êgir tê kirin û  me ji xwe re kiriye armanc ku şewat di demeke kurt de bê tefandin.(ÎLKHA)