Ji teref Wezareta Karên Hundir ve Serokê Şaredarîyên Bajarê Mezin ê Mêrdîn, Diyarbekir û Wanê ji wezîfê hatin girtin û di şûna wan de qayyûm hat tayînkirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Hundir ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin “Serokên Şaredarîyên Bajarê Mezin ên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê ji ber ku hatiye tespîtkirin têkilîya wan bi rêxistinên terorê heye ji wezîfê hatin girtin û walîyên bajêran wek qayyûm hatin tayînkirin şûna wan.”(ÎLKHA)