Hat ragihandin wesayîta leşkerî ya ku li be sînora Sûrîyê wezîfeya dewrîyê pêk dianî qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 8 leşker birîndar bûn.

Qeza li derdora seat 19.30î de li Kîlîsê li ber sînora Sûrîyê pêk hat.Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta leşkerî ya ku li be sînora Sûrîyê wezîfeya dewrîyê pêk dianî qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 8 leşker birîndar bûn.

Leşkerên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê. Hat ragihandin rewşa leşkeran baş e.(ÎLKHA)