Hat ragihandin ji 9ê Tebaxê heta bidawîbûna betlaneya Îda Qurbanê di qezayên ku pêk hatin de 52 kes jiyana xwe ji dest dan û 427 kes jî birîndar bûn.

Ji roja ku betlaneya Îda Qurbanê dest pê kir pê ve ji bo qeza pêk neyên 116 hezar û 236 polêsên trafîkê hatin wezîfedarkirin. Lê digel temamê tedbîr û hişyarîyên ku hatin kirin di betlaneya îdê de di encama qezayên ku pêk hatin de 52 kes jiyana xwe ji dest dan û 427 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)