Hat ragihandin li Hindistanê ji ber lehî û hezazên erdê di meheke dawî de tevde 270 kes mirin û zêdetirî milyonek kes jî ji cihê xwe bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li parêzgehên bi navê Kerala, Karnataka, Maharashtra û Gujaratê bi hezaran donim erd di bin avê de man. Her wisa tê diyarkirin li 6 parêzgehan ji ber lehî û hezaza erdê zêdetirî milyonek kes ji cihê xwe bûn.
Tê diyarkirin nêzî 190 hezar kes niha li kampên alîkarîyê hewl didin bijîn.(ÎLKHA)