Hat ragihandin IHO-EBRARa ku sazîya alîkarîyê ya navneteweyî ye li Diyarbekirê ji bi sedan malbatên feqîr re goştê qurbanê belav kir.

Abdulqadîr Akgonulê ku temsîlkarê Diyarbekirê yê IHO-EBRARê ye derbarê xebatên belavkirina goştên qurbanê de destnîşan kir: “ Em goştên wan qurbanên ku kesên ku xêrxwaz wekalata xwe dabûn IHO-EBRARê û hatibûn serjêkirin niha belav dikin. Xweda xêra wan kesên xêrxwaz qebû bike. Em belavkirina goştê qurbanan ji bo wan kesên ku berî niha hatine tespîtkirin bidomînin.”(ÎLKHA)