Mehmet Mehdî Eker, Ebubekîr Bal, Oya Eronata Parlementerên AK Partî û Suleyman Serdar Budakê Serokê Bajêra Diyarbekirê yê AK Partîyê ji ber minasebeta wefata Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz çûn serdana Serokatîya Bajêr a Diyarbekirê.

Di serdana ku hat kirin de ji rayedarên HUDA PARê serxweşî hat dayîn. Lijneya AK Partîyê ji teref Osman Aktaşê Serokê Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê û Vedat Turgutê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê ve hat pêşîwazîkirin.

Ji ber ziyareta ku hat kirin rayedarên HUDA PARê ji lijneya AK Partîyê re teşekkur kirin.(ÎLKHA)