Derbarê mijarê de ji teref Navenda Lêkolînê ya Êsîrên Filistînê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di meha tîrmehê de 10 jê pîrek, yek jê parlementer û 62 jê zarok tevde 420 Filistînî ji teref siyonîstan ve hatin desteserkirin.

Rîyad El-Eşkarê Berdevkê Navendê derbarê Filistînîyên ku ji teref siyonîstan ve hatine desteserkirin û di zindanên siyonîstan de şehîd bûne de diyar kir; digel şehadeta  Nassar Macîd Tagatiga hejmara Filistînîyên ku di zindanên siyonîstan de şehîd bûne derket 220î.(ÎLKHA)