Hat ragihandin li Şahînbeya navçeya Entabê di qotîya şekalan a ku li ser payerêyê hatibû dayîn de ceseda pitikekî hat dîtin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li ser Kolana Hamdî Kutlara  Taxa 25ê Berfanbarê ya Şahînbeya Entabê qutîyeke şekalan ji teref welatîyan ve hat vekirin. Di qutîya ku hat vekirin de ceseda bebekekî 3 rojî hat dîtin.

Welatîyên ku qutîyê vekirin xeber dan polês û ekîbên tenduristîyê.

Di encama lêkolîna ku hat kirin de hat tespîtkirin ku bebek 3 rojî ye mirî ye.

Ceseda bebeka ku ji qutîya şekalan derket ji bo otopsîyê hat birin mirîxanê.(ÎLKHA)