Hat ragihandin li Yemenê Husîyan bi mûşekên balîstîk û dronan êrîş birin  li Kampa Leşkerî ya El Celayê, di encama êrîşa ku hat kirin de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref berdevkê fermî yê Husîyan ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, bi mûşekên balîstîk û dronan êrîş birin  li Kampa Leşkerî ya El Celayê ya ku di bin birêveberîya Hêzên Ewlehîyê ya El Hîzama ku Mîrektîyên Yekbûyî yên Ereban destekê didiyê hat kirin.

Piştî vê êrîşa ku li kampa leşkerîyê hat kirin re vêcarê jî li Adn û Taxa Şêx Osman êrîşek ji teref Husîyan ve hat lidarxistin.(ÎLKHA)