Hulusî Akarê Wezîrê Parastina Neteweyî yê Tirkîyê li ser telefonê bi Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper re hevdîtin kir.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di hevdîtina ku hat kirin de dawî lê anîna piştgirîya ku ji teref Amerîkayê ve ji PKK/YPGê re tê dayîn, herêma bi ewlehî û balafirên F-35 hat gotûbêjkirin.(ÎLKHA)