Ji teref Hamasa ku Hareketa Berxwedana Îslamî ye daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin, penaberên Filistînî yên ku li Libnanê dijîn ev bû 2 heftî ku li ber Wezareta Xebatê ya Libnanê bi şiklekî bi rûmet xwepêşan li dar dixin.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de ji sepanên Wezareta  Xebatê ya Libnanê re bertek hat nîşandan û  hat diyarkirin; heta ku Wezareta  Xebatê ya Libnanê di vî warî de bi paş ve gav navêje û penaberên Filistînî li derveyî qerara ku hatiye dayîn neyên girtin ew ê li kampên penaberan xwepêşan berdewam bikin.

Di dawîya daxuyanîyê de hat diyarkirin divê qerara ku hatiye dayîn bê betalkirin û ger neheqî û cudakarî berdewam bikin dibe ku xwepêşan tundtir bibin.(ÎLKHA)