Hat ragihandin otobusa rêwîyan li TIRa parkkirî qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de 2 jê giran 17 kes birîndar bûn.
Qeza di derdora wextên êvarî de li ser Rêbeja Bîlecîk-Sakaryayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa rêwîyan a bi plaqeya 45 FG 373 a ku ajokarê wê Z.G. bû li TIRa bi plaqeya 15 PN 660 a ku li kevîya rê parkkirîbû qelibî. Di encama qezaya ku pêk hat de 2 jê giran 17 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)