Hat ragihandin rejîma Sûrîyê û Rusya  êrîşa asimanî birin li ser Îdlîbê, di encama êrîşa ku hat kirin de 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 18 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin rejîma Sûrîyê û Rûsya bi balafiran di wextên şeveqê de êrîş birin li ser Arîhaya Îdlîbê. Di encama êrîşa ku hat kirin de 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 18 kes jî birîndar bûn.

Doh jî êrîş li Îdlîbê hatibû kirin û di êrîşê de ji heman malbatê 11 kes jiyana xwe ji dest dabûn.(ÎLKHA)