Hat ragihandin li Tatwan û Norşîna Bidlîsê di heman demê de li dijî PKKê operasyonên hemwext hatin lidarxistin, di encama operasyonan de 9 kes hatin binçavkirin.

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Bidlîsê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, li Tatwan û Norşîna Bidlîsê di heman demê de li dijî PKKê operasyonên hemwext hatin lidarxistin, di encama operasyonan de 9 kesên bi navê G.A., M.T.A., K.T., C.T., D.K., H.T., N.Î., H.O. û E.S hatin binçavkirin.(ÎLKHA)