Hat ragihandin li Kabîla paytexta Efxanistanê li dijî wesayîta ku endamên CIAyê vediguhat  êrîşa bombeyî hat lidarxistin.

Di encama êrîşa ku li dijî endamên CIAyê hat lidarxistin de çend kesên di wesayîtê de mirin û çend kes jî birîndar bûn.

Talîban derbarê êrîşa ku hat lidarxistin de daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîya ku ji teref Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahîd ve hat belavkirin de hat destnîşankirin, li dijî kerwana wesayîtan a ku endamên CIAyê vediguhat  êrîşa bombeyî ji teref wan ve  hat lidarxistin, di êrîşa bombeyî ya ku hat lidarxistin gelek endamên CIAyê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.(ÎLKHA)