Hat ragihandin li Enqerê êrîşa çekdarî li Alexander Poganshevê dîplomatê Belarûsî hat kirin, Alexander Poganshev di êrîşa ku hat kirin de giran birîndar bû. Kesê êrîşkar piştî êrîşa ku kir re întîhar kir.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Alexander Poganshevê dîplomatê Belarûsî dema kum digel zarokê xwe digerîya leşkerê teqawîdbûyî yê Tirkîyeyî yê ku cîranê wî bû bi çekê êrîş bir serê. Di encama êrîşa çekdarî de Alexander Poganshevê dîplomatê Belarûsî giran birîndar bû.

Alexander Poganshevê dîplomatê Belarûsî li nexweşxanê tê dermankirin.(ÎLKHA)