Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê derbarê tesîskirina herêma bi ewlehî ya li Sûrîyê de nirxandinan kir û ji Amerîkayê bertek nîşan da.
Çavuşoglu di nirxandina ku kir de destnîşan kir: “Ew pêşnîyazên ku Amerîka tîne me tatmîn nake. Weke ku Amerîka me dilebikîne. Êdî sebra me nema. Divê em demildest di warê herêma bi ewlehî de li hev bikin. Heka na em ê tiştê pêwîst bikin.”(ÎLKHA)