Suleyman Arîf Emreyê 96 salî yê ku digel Erbakan Xoce bingeha Hareketa Mîllî Goruşê avêt û bernameya Partîya Nîzama Mîllî avêt çû rehma Xwedê.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Emre ji ber nexweşîya qelb rehmet kir. Ji ber wefata Suleyman Arîf Emre ji teref Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê peyameke tazîyê hat weşandin.

Saglam di peyama xwe ya tazîyê de ji merhûm re rehmet teleb kir.

Di berdewama peyama ku hat weşandin de Saglam wisa got:

 “Xebera wefata Suleyman Arîf Emreyê xwedî dawa gihaşt min. Ez ji Xweda ji bo wî rehmet û ji bo malbata wî jî sebrê teleb dikim.”(ÎLKHA)