Ji teref Neteweyên Yekbûyî ve derbarê kesên ku li cîhanê bi birçîbûnê re rûbirû mane de lêkolînek hat kirin. Li gorî raporta ku ji teref Rêxistina Çandinî û Xurekê û Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê yên ku girêdayê Neteweyên Yekbûyî ne ve hat amadekirin, li tevahîya cîhanê 821 milyon însan bi birçîbûnê re micadele dikin.

Di berdewama raportê de hat diyarkirin 149 milyon zarok ji ber ku xurekê nikarin peyda bikin di warê mezinbûnê de li paş mane.(ÎLKHA)