Hat ragihandin li Pulura navçeya Dêrsimê 2 zarokên ku li pêl mayînê kirin jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahîyên ku ji teref Walîtîya Dêrsimê ve hatine belavkirin, li Çakilyaylaya bajaroka Bîlgeça gundê girêdayê Pulura Dêrsimê 2 zarokên ku emrê wan 2 û 8 bû li pêl mayîna ku berî niha ji teref PKKê ve hatibû bicîkirin kirin, di encama teqîna ku pêk hat de 2 zarokên bi navê Ayaz Guloglu û Nûpelda Guloglu jiyana xwe ji dest dan.(ÎLKHA)