Hat ragihandin roja înê dê ji teref Cemîyeta Mustazafan ve bernameya bîranîna Şehîd Şêx Seîd bê tertîpkirin.

Şaxa Diyarbekirê ya Cemîyeta Mustazafan  ji bo Şehîd Şêx Seîd û hevalên wî yên ku di 28ê Hezîrana sala 1925an de hatin şehîdkirin dê daxuyanîya çapemenîyê tertîp bike. Daxuyanîya çapemenîyê dê roja înê piştî nimêja înê li ber Mizgefta Mezin a Sûra Diyarbekirê bê tertîpkirin.

Derbarê mijarê de ji teref Şaxa Diyarbekirê ya Cemîyeta Mustazafan ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de xelkê Diyarbekirê hat vexwandin bernamê.(ÎLKHA)