Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ji ser medyaya civakî dîsa gef li Îranê xwar.

Trump di daxuyanîya ku ji ser hisaba xwe  ya medyaya civakî belav kir de destnîşan kir ew ê bi şiklê herî tund bersivê bidin êrîşa ku li hember wan bê kirin û dû re wiha got: “Êdî John Kerry û Obama tune ye.”

Trump di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir Îran ji merhemetê fam nake, bes ji hêz û qewetê fam dike.(ÎLKHA)