Hat ragihandin li ser Rêbeja Wêranşar-Serê Kanîyê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 9 kes birîndar bûn.

Qeza derdora seat 13.00an de li ser Rêbeja Wêranşar-Serê Kanîyê  pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di encama qezaya ku pêk hat de 9 kesên bi navê T.T, Z.R, H.V, M.A. V, Z.V, N.K, E.D, H.B.V û H.V. birîndar bûn.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanç.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)