Ji teref Heyeta Bilind a Neteweyî ya Meşên Vegera Mezin û Şikandina Dorpêça Filistînê ve ji bo roja sêşemê banga tertîpkirina greva giştî û konferansa neteweyî hat kirin.
Ew ê di navberea 25-26ê Hezîranê de li Manamaya paytexta Bahreynê komxebata di warê îqtîsadê ya ku şaxa Peyamana Qernê ye bê tertîpkirin.
Ji ber vê komxebata ku dê bi piştevanîya şeytanê mezin Amerîka ji bo tasfîyeya doza Fîlîstînê bê tertîpkirin ji teref Heyeta Bilind a Neteweyî ya Meşên Vegera Mezin û Şikandina Dorpêça Filistînê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Heyeta Bilind a Neteweyî ya Meşên Vegera Mezin û Şikandina Dorpêça Filistînê ve hat belavkirin de ji bo roja sêşemê banga tertîpkirina greva giştî û konferansa neteweyî hat kirin.
Heyet di berdewama banga xwe de diyar kir “Axên Filistînê ne firotî ne.”(ÎLKHA)