Mîke Evansê Serokê Navenda Dostên Mîrasa Sîyonê ku diyar kir ew bi Bîn Selmanê ku Welîahdê Siûdî û Prensa Welîahda Mîrnîşînîyên Yekbûyî yên Ereban Bîz Zaîd re hevdîtin kiriye destnîşan kir; ev her du kes ji gelek kesên cihû zêde alîkarîya rejîma siyonîst dikin.
Evansê ku li New Yorka Amerîka di konferanseke ku hat tertîpkirin de axivî. Evans kêfxweşîyeke zêde destnîşan kir Bîn Selmanê ku Welîahdê Siûdî û Prensa Welîahda Mîrnîşînîyên Yekbûyî yên Ereban Bîz Zaîd ji rejîma siyonîst re piştevanîyeke mezin didin.
Evans di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew bi Bîn Selman re hevdîtine kiriye û ji ber xeberdanên wî yên derbarê siyonîstan de ew gelekî kêfxweş bûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew tiştên ku Bîn Selman derheqê îsraîl de ji min re got gelek ecêb bûn.”(ÎLKHA)