Berî vê çend rojan di navberê çend kesên ku endamên Eşîra Îzol bûn û nasên hev bûn de pevçûna çekdar derketibû û di encama pevçûna ku derketibû de 6 kes miribûn û 6 kes jî birîndar bûbûn.

Derbarê vê pevçûna çekdarî ya ku tê de 6 kes miribûn û 6 kes jî birîndar bûbûn de ji teref Walîtîya Rihayê ve daxuyanîyek hat dayîn.

Di daxuyanîya ku ji ser medyaya civakî  hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; pevçûna ku li Sêwereka Rihayê ya ku tê de 6 kes miribûn û 6 kes jî birîndar bûbûn de,5 kesên ku têkilîya wan bi bûyerê re hebûn hatibûn girtin ku ev hejmar bi girtina kesekî din derket 6 kesan.

Lêpirsîna ku derbarê bûyerê de hatibû destpêkirin berdewam dike.(ÎLKHA)