Leyla Aydemîra 4 salî sala borî dema ku digel dê û bavê xwe çûbû gundê bi navê Bezirxana Agirî ji nişka ve winda bûbû û di encama xebatên ku 18 rojan berdewam dikir de ceseda Leylaya 4 salî hatibû dîtin.
Di doza ku hat vekirin de îddîanameya ku hat amadekirin ji teref Mehkemeya Cezaya Giran a Yekemîn a Agirî ve hat qebûlkirin. Di îddîanameya ku hat amadekirin de ji 7 kesan re cezaya muebbeta girankirî hat xwestin.
Ew ê darizandina wan kesên ku ceza ji wan re tê xwestin di 20ê Îlonê de dest pê bike.(ÎLKHA)