Hat ragihadin 500 kewên ku berî niha ji bo  Hezo ji teref Midûrtîya Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Xwezayê ve hatibûn tahsîskirin ji teref Komelaya Piştevanî û Nêçîrvanan a Hezoyê û mufettîşên nêçîrê ve hatin berdan 17 qadên xwezayê yên ku berî niha hatibûn diyarkirin.

Rayedarên Midûrtîya Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Xwezayê derbarê mijarê de bang li gundîyan kirin da ku nêçîra kewan nekin.

Serokê Komelaya Piştevanî û Nêçîrvanan a Hezoyê Gurgîn Kalkan jî derbarê mijarê de diyar kir, ew ev 5 sal in ku kewan berdidin xwezayê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji teref Midûrtîya Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Xwezayê ve 500 kew ji bo bên berdan ji bo Hezoyê hatibûn tahsîskirin.  Me û hevalên xwe jî van 500 kewên ku hatibûn tahsîskirin pêkve berda wan 17 qadên xwezayê ya ku berî niha hatibûn diyarkirin. Em ji temamê kesên ku keda wan di vî karî de heye re teşekur dikin.”

Kalkan di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir berê bi şikleke bêhîsab nêçîr dihat kirin ku ev yek niha kêm bûye. Kalkan dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Em ji nêçîrvanên qeçax rica dikin ku li vê herêmê nêçîrê nekin.”(ÎLKHA)