Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi temsîlkarên sazîyên çapemenîyê yên navneteweyî re hat ba hev. Erdogan di civîna ku hat tertîpkirin de derbarê Şehîd Muhammed Mursîyê ku şehîd bû de nirxandinan kir.

Erdogan di nirxandina ku kir de de destnîşan kir “Weke cinayeta Kaşikçi em ê destûr nedin ku drama Mursî jî bê jibîrkirin.  Em ê derfetên hiqûqa navneteweyî heta dawîyê bi kar bînin û ji bo mesele bê ronîkirin em ê micadele bikin.”(ÎLKHA)