Hat ragihandin  Yavuzê ku duyemîn keştîyê sondajê yê Tirkîyê ye ji Bendera Dîlovasi ber bi Behra Spî ve bi rê ket.

Derbarê mijarê de ji teref Wezîrê Enerjîyê Fatîh Donmez ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de Wezîr Donmez destnîşan kir, Yavuzê ku duyemîn keştîyê sondajê yê Tirkîyê ye ji Bendera Dîlovasi ber bi Behra Spî ve bi rê ket. Li kû derê xaz û neft hebe ew ê Fatîh û Yavuz jî li wê derê bin.(ÎLKHA)