Berî vê çend rojan di navberê çend kesên ku endamên Eşîra Îzol bûn û nasên hev bûn de pevçûna çekdar derketibû û di encama pevçûna ku derketibû de 6 kes miribûn û 6 kes jî birîndar bûbûn.
Derbarê vê pevçûna çekdarî ya ku tê de 6 kes miribûn û 6 kes jî birîndar bûbûn de ji teref Walîtîya Rihayê ve daxuyanîyek hat dayîn.
Di daxuyanîya ku ji ser medyaya civakî hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; pevçûna ku li Sêwereka Rihayê ya ku tê de 6 kes miribûn û 6 kes jî birîndar bûbûn de,5 kesên ku têkilîya wan bi bûyerê re heye hatin girtin.
Lêpirsîna ku derbarê bûyerê de hatibû destpêkirin berdewam dike.(ÎLKHA)