Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Hundir destnîşan kir ew ê heta 6 mehan temamê tabelayên bi Erebî bên guhartin û wiha got: “Ger bê xwestin dikarin li binî nivîseke biçûk a bi Erebî binivîsînin.”

Soylu di daxuyanîya ku belav kir  de wiha got: “Ez cara ewil dibêjim. Em ê heta 6 mehan temamê tabelayên bi Erebî yên li Tirkîyê biguherînin. Li Kîlîsê heye. Standartek heye, divê tememê wê bi Tirkî be. Ger kes bixwazin li binî bi nivîsên biçûk bi Erebî binivîsînin. Em ê temamê tabelayan biguherînin. Nîzam çi be ew ê hemû kes li gorî wê hereket bike.”(ÎLKHA)