Hat ragihandin li Behra Spî li nêzî Cezayîrê di operasyona hevpar a ku hat lidarxistin de 12 ton esrar hat qefaltin û 8 kes jî hatin girtin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên Hundir ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, ji ber îstîxbarata Tirkîyê li Behra Spî li nêzî Cezayîrê ji teref Tirkîye,Îtalya û Îspanyayê ve operasyona hevpar hat lidarxistin ku di encama operasyonê de 12 ton esrar hat qefaltin û 8 kesên ku têkilîya wan bi bûyerê re jî hebûn hatin girtin.(ÎLKHA)