Hat ragihandin li Yatagana navçeya Muglayê mînîbusa ku karkeran vediguhast û TIRek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 14 kes birîndar bûn.
Qeza di wextên êvarî de li ser Rêbeja Yatagan-Mîlasê li mewqîya Eskîhîsarê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin, mînîbusa bi plaqeya 02 KH 789 a ku ajokarê wê Silêman K. bû û TIRa bi plaqeya 43 AAN 652 a ku ajokarê wê Yuksel K. bû li hev qelibîn.
Di encama qezaya ku pêk hat de 14 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)