Ji teref Elî Qeredaxîyê Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Alimên Misliman ên Cîhanê ve derbarê şehadeta Muhammed Mursî de daxuyanîyek hat belavkirin. Qeredaxî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir: “Mursî ji teref komeke kîndar ve hêdî hêdî hat kuştin.”
Qeredaxî di peyama xwe ya ku ji ser Twîtterê parve kir de derbarê mijarê de wiha got: “Mursî nemir! Elî Qeredaxîyê Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Alimên Misliman ên Cîhanê derbarê şehadeta Muhammed Mursî de diyar kir: “Mursî ji teref komeke kîndar ve hêdî hêdî hat kuştin. Xweda besî me ye. Ew çi wekîlekî xweşik e. Ew çû ciheke wisa ku lê heq nayên zayîkirin. Ew ê wan qatilên ku zilmên li wî kirine ji Xwedê re şikayet bike. Ew xwînên ku herikîne ne belesebeb in.”(ÎLKHA)