Muhammed Mursîyê ku yekemîn serokomarê hilbijartî yê Misirê bû bi darbeya leşkerî ya ku ji teref Sîsî ve hat kirin hat desteserkirin û hat avêtin zindanê ku doh di dema salona mehkemê de kir ku xeber bide ji nişka ve nerihet bû û şehîd bû.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ji ber şehadeta Muhammed Mursî peyama tazîyê weşand.
Saglam di peyama xwe de derbarê şehadeta Mursî de wisa got: “Înna lîllah we înna îleyhî racîun. Xebera şehadeta Muhammed Mursîyê Serokomarê meşrû yê Misira gihaşt min. Ez ji Xweda ji bo Muhammed Mursîyê ku di oxira heq û heqîqetê de bi salana di zindanan de ma û gelek êş û elem kişand û di dawîya emrê xwe de gihaşt şehadetê rehmet û ji bo malbata wî jî sebir niyaz dikim. Ey Muhammed Mursî! Xweda sebrê û zaferê ji wan kesên ku di rêya te de dimeşin re îhsan bike.”(ÎLKHA)