Hat ragihadin Muhammed Mursîyê  Serokomarê Misirê yê ku ji teref Sîsîyê darbeker ve hatibû avêtin zindanê di salona mehkemê de şehîd bû.

Temsîlkarê Îxwanê yê Tirkîyê û Endamê Meclîsa Şûrayê yê Îxwanê Mîthad Haddad derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî.

Haddad di daxuyanîya ku da de destnîşan kir; rewşa Mursî qet nebaş bû û dema ku di salona mehkemê de kir ku xeber bide ji nişka ve nerihet bû û şehîd bû.

Muhammed Mursîyê ku yekemîn serokomarê hilbijartî yê Misirê bû bi darbeya leşkerî ya ku ji teref Sîsî ve hat kirin hat desteserkirin û hat avêtin zindanê. Muhammed Mursîyê Serokomarê Misirê ji 3yê Tîrmeha sala 2013an vir ve di zindanan de dihat girtin û rewşa tenduristîyê qet nebaş bû.(ÎLKHA)