Hat ragihandin derbarê şewata febrîqê ya ku li Kocaelîyê pêk hat û tê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn de 2 şirîkên fabrîqê hatin girtin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin derbarê şewata fabrîqê ya ku tê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn  de ji teref dozgerîyê ve lêpirsîn hat destpêkirin. Di bergeha lêpirsîna ku hat destpêkirin de derbarê 2 şirîkên fabrîqê yên bi navê M.G. û F.A. jî di nav derheqê 4 kesan de qerara binçavîyê hat dayîn.

2 şirîkên fabrîqê yên bi navê M.G. û F.A hatin girtin û her 2 kesên din jî bi şerta kontrola edlî hatin berdan.(ÎLKHA)