Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê ji ber minasebeta Îda Remezanê peyama îdê weşand. Saglam di peyama xwe ya ku weşand de daxwaz kir ku ev îd ji bo herêmê û erdnigarîya Îslamê bibe wesîleya aramî û bextewarîyê.

Di peyama ku hat weşandin de Saglam diyar kir “ Me wê meha ku di nav xwe de Leyletul Qedra ku ji hezar mehî bi xêrtir e û wê Remeza ku azadîya ji cehnemê û wesîleya rizgarîyê ye li pey xwe hişt û em bi şikleke tahir gihaştin  îdê.”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Ez Îda Remezanê ya gelê me yê bi rûmet pîroz dikim” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez hêvî dikim ku ev îd bo herêma me û erdnigarîya Îslamê bibe wesîleya xêr  bereketê.  Îdên me şîar û sembolên Îslamê ne.  Her wisa îd dibin wesîle ku Misliman bibin xwedî şiûra ummetbûnê, bibin bira û bibi yek.”

 “Divê em wan îdên ku Rebbê me ji ummeta Îslamê re hedîye kiriye bi heqê wê bijîn”

Saglam di berdewama peyama xwe de  balan kişand li ser şer û pevçûna di nav alema Îslamê de û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di van rojan de li çar alîyê erdnigarîya Îslamê huz û şîn e, di van rojên wisa de divê em wan îdên ku ji teref Xweda ve ji me re hatine hedîyekirin bi heqê wê bijîn û qedr û qiymeta wan zanibin. Divê bê zanîn û neyê jibîrkirin ku li çar alîyê dinyayê birayên me yên ku nikarin îdê pîroz bikin hene ku sedema vê yekê jî qelsbûna biratîya me û ya ummetbûnê ye.  Ji bo ku ummet ji van tengasî û rojên nexweş rizgar bibe divê  ew Mislimanên ku di heman sefê de ne, qibleya wan yek e, di heman rojê de îdê dikin bibin yek û ji hev re bibin alîkar.”

 “Divê em di vê îdê de wan mezlûmên  ku dilmayî ziyaret bikin û heqê îdê bidin

Saglam di dawîya peyama xwe de bang kir ku di eydê kesên mezlûm ên ku dilên wan maye bên ziyaretkirin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Ez di serî de îda Mislimanên li welatê me û her wisa yên temamê Mislimanên cîhanê pîroz û mibarek dikim. Ez ji Xweda niyaz dikim ku ev îd bibe wesîleya aşîtî, selametî, aramî û sukunetê.”(ÎLKHA)