Hat ragihandin li Stenbolê otobuseke rêwîyan û otomobîlek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest dan û 15 kes birîndar bûn.

Qeza li ser rêya girêdayê Şahrêya Bakûr a Marmarayê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  dema ku otomobîlek paşpaşkî dihat otobus lê qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexwşexanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)