IHO-EBRARê ku Sazîya Alîkarîyê ya Navneteweyî ye xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne. Sazî di bergeha xebatên Remezanê de bi navbeynkarîya Kerwana Umûdê li Xarpêtê  ji êtîman re alîkarîya cil û bergan kir.

Temsîlkarê Xarpêtê yê IHO EBRARê Nîhat Bakşî derbarê xebatên alîkarîyê yên sazîyê de nirxandinan kir û diyar kir “ IHO EBRAR wek her sal him li Tirkîyê û him jî li dinyayê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne. Îsal jî me li Xarpêtê alîkarîya cil û bergan û ya xurekê kir.”

Bakşî di berdewama axavtina xwe de diyar kir alîkarîya ku hatiye kirin bi navbeynkarîya Kerwana Umûdê hatiye kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Xweda ji IHO EBRAR û wan kesên din ên ku bûn wesîle keda me jî di nav vê alîkarîyê de hebe razî bit. Li ser navê birakî me li vê derê alîkarîya cil û bergan ji êtîman re hat kirin.  Îro zarokên feqîr li vî cilfiroşî hatin xemilandin. Ji ber ku di meha Remezanê bi xwe de hatiye kirin tiştekî pir bi qedr û qiymet e. Divê kêfxweşîya van zarokan bê dîtin, em ji şahîya wan re bûn şahid. Bi rastî j xebateke xweşik kirine ku em ji ber vê yekê wanan teqdîr dikin.Xweda ji temamê wan kesên ku keda wan di vê xebatê de heye razî bit.”(ÎLKHA)