Hat ragihandin li Komareya Demokratîk a Kongoyê keştîyeke rêwîyan binav bû, di encama bûyera ku pêk hat de 30 kes jiyana xwe ji dest dan û 200 kes jî winda bûn.
Bûyer li Gola Mai-Ndombeya li rojavayê Kongoyê pêk hat.
Serokê Şaredarîya Inongoyê Sîmaon Mboo Wemba destnîşan kir exlebeyê kesên ku jiyana xwe ji dest dane mamoste ne.
Li herêmê hêj xebatên rizgarkirin û lêgerînê berdewam dikin.(ÎLKHA)