Hat ragihandin li Islahîyeya Entabê du otomobîl li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 3 jê giran tevde 4 kes birîndar bûn.

Qeza li ser 15emîn kîlometreya Rêbeja Îslahîye-Hassayê pêk hat.  Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bi plaqeya 27 SE 768 a ku ajokarê wê Henîfî Durmaz bû û wesayîta bi plaqeya 31 KY 184 a ku ajokarê wê Okkeş Yabançîçegî bû li  hev qelibîn.

Di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes jê giran tevde 4 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)